AXAYÊ MIN BÛYE BÎSTAN
Axayek ne xwes dikeve, ji xulamê xwe re dibêje.
-Kuro here ba hekîmekî, bêje zû were axayê min nexwes e.
Xulam:
-Bas e axa, lê ger hekîm nexwesiya te bipirse ez çi bibêjim jê re?
Axa: .
-Hema
bibêje serê axayê min werimiye bûye wekî kundiran, poz werimiye bûye
wekî gizeran, dest werimiye bûye wekî xiyaran, ling werimiye bûye wekî
balîcanan, zik werimiye bûye wekî zebesan....
Xulam:
-Axayê
min ê delal, ma hewqas tistî ezê çawa di hesê xwe de bigrim, hema
gotina kurt ezê ji hekim re bibêjim "Hekim zû were axayê min bûye
bîstan!"
DAXWAZA YAHUDIYEKÎ JI, XWEDÊ!
-Hoo Xwedê o, daxwaza min ji te bila ez nezewicim. Ger zewicîm bila jina min, min nexapîne, ger xapand bila haya min jê nebe, ger haya min jê bû jî bila haya xelkê jê nebe, ger haya xelkê jî jê bu bila ji min re nekin ser hevde, ger bikin jî ez ji xwe re nekim derd !
Çend mêr kiriye!
Mêrik ji diya xwe dipirse:
-Daye Xwedê hebînî heta nuha te çend mir kirine?
Dayîk:
-Wîîî
kurê min, ma ez li ku, mer li ku, ma tu dibêjî qey çavê diya te jî li
mêra ketiye, tevîhev 13 ji Silîva» 12 ji mala kirîva, yek Emerê
Guhseltê, yek jî rehmetiyê bavê te, çirtik-pirtikên mayî jî nayên bîra
diya te!
MA HISÊ WÎ HEBA..!
Gundî hemû li dorê civiyabûn. Wî jî li erebane dixist û digot:
-Hê Allah hê!
Selawat
li nebi Muhemmed hê hê!Carê rabu pê û li dora xwe ziz bû. Bi zizbûnê
re, him li erebana xwe dixist, ji alîkî de jî qesîde digot.
Ji gundiyan yeki, ji gundiyekî din pirsî:
-Ero tu dibînî, çawa li dora xwe zîz dibe, eyni wekî perwane ye. Gelo ma hisê wî naçe?
Gûndiye din:
-Na lo, ma his di serê wî de heba qet weha dikir!
Kurê Kerê
Kur: -Bavo ez kurrê kê me?
Bav.
-Kurrê min.
Kur:
-Base, çima diya min her roj ji min re dibêje kurrê kerê!
Ajovanê otomobîlê
Ajovanekî otomobîlekê hêla
pêlî benzînê kir
benzîn mir!
Meş û rev
Yek dimeşiya, ji meşê wesitya. Rabû revya!!
Sê çavşaş
Sê Çavşaş hebûn,
hevalê wan yê ne Çavşaş ji wan re got:
"Kî ji karibe li Çepka xîne, ezê pereyan bidim wan"
yê yekem nikarîbû, yê duyemîn jî
yê sêyemîn, karîbo ku li Çepka xîne.
Hevalê wî pere da wî,
gava dike têxe bêrîka xwe, kir bêrîka
hevalê xweyî din yê Çavşaş
Korta nava gund
Gundek hebû kortek têde hebû
xelk têwerdibûn û dimirin.
rabûn mezin û zanayên gund fikirîn ji bo
vê pirsgirêkê.
Ev biryar ji wan derket:
"Emê vê kortê bigrin û yek din li cem xestexanê vekin
ji bo kî têwer bibe, em wî zû bighînin xesteyê"
Xwediyê Ferrarî
Yekî otolobîlek Ferrarî kirî
ketê û ajot, piştî nîvsaetekê radyo pêxist
dengek hat û got:
"Ev der London'e"
"ajovan: weeee çi zû gihiştimê Londonê!"
Qehwe
Yek ji yekî dipirse:
1 tê qehwê vexwe?
2 na kuro, piştî qehwê ez nikarim rakevim
1 ez eynî 180 derecê hawê dinim, piştî ez radikevim bicarekê de
nikarim qehwê vexum
Xewna te
Xwendevanekî zarok li dibistana seretayî de, mamoste ji wî dipirse:
"Ku tu mezin bibe, tê bibe çi?"
Xwendevan: ezê bibim kal mamoste!
Napoleon
Bav: Lawê min, gava Napoleon bi qasî te bi çûkbû gelek zîrek bû.
Law: Erê bavo raste, lê gava ew bi qasî te, wî cîhan li bin guhê hev xist!
Demjimêr
Çêkerê dem jimêrê ji ku zanîbû dem çiqase
ta ku demjimêr sere rast bike!!
Dizê Kirês
Dadger dipirse:
"Ez dixwazim fam bikim, te çima ji dikanekê, di yek rojê de,
sê caran dizî kir?"
Gunehkar:
"Çîrok wa bû ezbenî, cara yekê min dizî ji ber ji jina min re gerek bû. Her
du carên din jî gerek bû ku ez kiras biguherim"
Dadger û gunehkar
Dadger ji gunehkar dipirse: "Ma ti delîlên te hene ji bo vê yekê"
Gunehkar: "na, bi xwedê, gava ez di pencerê re ketim malê'de ti kesî ez nedîtim!!"
Xwînkişandin
Tixtorek ji hevalê xweyî tixtor dipirse:
"Te ticarî xwîn ji nexweşan kişanidiye?"
- "Tixtor, erê, lê ticarî ji 6 litran bêtir nehatiye!"
Xêro Ebbas
Xêro Ebbas dixwest ji Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Li
ser sînor ji wî pirsîn ma ka nasnameya te? Xêro li bêriya xwe gerya,
nedît: min li mal ji bîra kirî. De ka min derbas bike lo!! virde wê de
ew
derbas nekirin. "yawo hingî ez îro di xewde mam min ji bîr kir, te ji
birayê xwe fêmkir çilo, de kam min derbas bike rehma xwedê li bavê te,
kuro ez Xêro Ebbasim, kuro em hemû birayê hevin." karmendê ser sînorê
got: "law xwedê bikim tu Ciwan Haco be!"
Kero
Yek hebû ji zaroktiya wî de navê wî kero bû. Rabû
xwest ku navê xwe biguhere û çû cem muxtarê gund, muxtar navê wî kir
Dahşik. (Sîpe-Cehsik)
Gava çû nav xelkê, xelkê ji wî re gotin:
"Mane çend rojên din dîsa tê bibî KER"