pêncşem'e, 02.05.2024, 16:20
Willkommen, Mêvan

AXAYÊ MIN BÛYE BÎSTAN

Axayek ne xwes dikeve, ji xulamê xwe re dibêje.
-Kuro here ba hekîmekî, bêje zû were axayê min nexwes e. 
Xulam: 
-Bas e axa, lê ger hekîm nexwesiya te bipirse ez çi bibêjim jê re? 
Axa: . 
-Hema bibêje serê axayê min werimiye bûye wekî kundiran, poz werimiye bûye wekî gizeran, dest werimiye bûye wekî xiyaran, ling werimiye bûye wekî balîcanan, zik werimiye bûye wekî zebesan....  
Xulam: 
-Axayê min ê delal, ma hewqas tistî ezê çawa di hesê xwe de bigrim, hema gotina kurt ezê ji hekim re bibêjim "Hekim zû were axayê min bûye bîstan!"


DAXWAZA YAHUDIYEKÎ JI, XWEDÊ!

-Hoo Xwedê o, daxwaza min ji te bila ez nezewicim. Ger zewicîm bila jina min, min nexapîne, ger xapand bila haya min jê nebe, ger haya min jê bû jî bila haya xelkê jê nebe, ger haya xelkê jî jê bu bila ji min re nekin ser hevde, ger bikin jî ez ji xwe re nekim derd !



Çend mêr kiriye!

Mêrik ji diya xwe dipirse: 
-Daye Xwedê hebînî heta nuha te çend mir kirine? 
Dayîk: 
-Wîîî kurê min, ma ez li ku, mer li ku, ma tu dibêjî qey çavê diya te jî li mêra ketiye, tevîhev 13 ji Silîva» 12 ji mala kirîva, yek Emerê Guhseltê, yek jî rehmetiyê bavê te, çirtik-pirtikên mayî jî nayên bîra diya te!


MA HISÊ WÎ HEBA..!

Gundî hemû li dorê civiyabûn. Wî jî li erebane dixist û digot: 
-Hê Allah hê! 
Selawat li nebi Muhemmed hê hê!Carê rabu pê û li dora xwe ziz bû. Bi zizbûnê re, him li erebana xwe dixist, ji alîkî de jî qesîde digot.  
Ji gundiyan yeki, ji gundiyekî din pirsî: 
-Ero tu dibînî, çawa li dora xwe zîz dibe, eyni wekî perwane ye. Gelo ma hisê wî naçe?  
Gûndiye din: 
-Na lo, ma his di serê wî de heba qet weha dikir!


Kurê Kerê

Kur: -Bavo ez kurrê kê me? 
Bav. 
-Kurrê min. 
Kur: 
-Base, çima diya min her roj ji min re dibêje kurrê kerê!


Ajovanê otomobîlê

Ajovanekî otomobîlekê hêla

pêlî benzînê kir

benzîn mir!


Meş û rev

Yek dimeşiya, ji meşê wesitya. Rabû revya!!


Sê çavşaş

Sê Çavşaş hebûn,

hevalê wan yê ne Çavşaş ji wan  re got:

"Kî ji karibe li Çepka xîne, ezê pereyan bidim wan"

yê yekem nikarîbû, yê duyemîn jî

yê sêyemîn, karîbo ku li Çepka xîne.

Hevalê wî pere da wî,

gava dike têxe bêrîka xwe, kir bêrîka

hevalê xweyî din yê Çavşaş