în'e, 03.05.2024, 02:46
Willkommen, Mêvan

Çi Got:

Albert Einstein = zanyar:

Fantazî ji Zanînê girîngtire, ji ber Zanîn bi sînore


Du tişt di cîhanê de bêdawî ne, bêmejiya mirov û ezman

Gava mirovek du saetan bi keçekê re rûdinê; dibin du deqqe, gava mirov du deqqan li ser firnak germ rûdinê; dibin du saet

Ez ti carî bi paşerojê nafikirim, ji ber ew bi xwe zû tê

Marie von Ebner-Eschenbach = nivîskar:

Heya ku mirov bi xwe diaxive, mirov bi tişkî nahise

Kî tişkî nizane, hertiştî bawer dike

Mohandas Gandhi = parêzer û syasetmedarekî hindiye:

Riya diçe aştiyê tune ye, ji ber aştî bi xwe rêye

Mirovê bêhêz nikare li kesî biborîne, ji ber lêborîn karê xurta ye

Tu û ez, em yekin, ez nikarim te bi êşînim bêyî ku ez xwe birîn bikim

Mao Tse-tung = syasetmedarekî çînî:

Rê çiqas dûrbe bera, gerek tu pêngava yekemîn bavêje

Polîtîk, şere bê xwînrijandine, Şer polîtîke bi xwînrijandin

Matthias Claudius = helbestvan û rojnamevanekî elman:

Hertiştê tu zanibe nebêje, lê tim zanibe tiştê du dibêje

Winston Churchill = syasetmedarekî înglîzî:

Heger du kes bi eynî tiştî bifikirin, yek ji wan nelazime

Theodor Heuss = rojnamevanekî elmane:

Jibîrkirin, xêr û şere di eynî demê de

Hery Ford = zasûmankarê kampanya Ford'e, ya trumbêla:

Kî wî tiştî bike, yê ku berê kare bike, ewê hertim bimîne ew tiştê ku ew berê ewe

Ji ber mijûlbûn karê herî girane, gelek kêm vî karî dikin

binketinên me gelek car ji serkefinên me bi serkeftî tirin

Hatina cem hev destpêke, bi hev re mayîn dewamiye, bi hev re karkirin serkeftine

Bertolt Brecht = şanonivîsekî elman:

Kî şer dike wê windabike, yê şer nake berê windakirî

Mirov rastî dimre, piştî ku hew kes wî tîne bîra xwe

Goethe = nivîskarê elman:

Bi zanebûnê re guman mezintir dibe

Li ciyê ku gelek ronahî heye, gelek sîk jî heye

Her kes guhdar dike tiştê ku fam dike

Ne bese ku tu zanibe, gerek tu bi kar jî bîne. Ne bese ku tu bixwaze, gerek tu bike jî