Galî Kurdistan TV |www.gksat.tv | Zindî | Hot Bird 6 at 13.0°E | 11013 H
Gelî Kurdistan TV televîzyoneke kurdî ye û ji başûrê Kurdistanê ji
bajarê Silêmanîyê bi giranî bi herdû zaravayên kûrdî ên serekî
kurmanciya jor û kurmanciya navendi (Soranî) weşanê dike. Gelî
Kurdistan TV nêzîkê YNKê ye û di 11'ê rezberê 1991'ê dest bi weşana xwe
kir. Gelî Kurdistan TV di 1'ê pûşperê 2008'a de dest bi weşana li ser
sataleytê kir. Hot Bird 6 at 13.0°E | 11013 H Komala TV | www.tvkomala.com | Hot Bird 8 at 13.0°E | 12476 H
Komala TV televîzyoneke kurdî ye û bi giranî bi zaravayê kurmanciya
navendî (soranî) û bi zimanê farisî weşanê dike. Komala TV nêzîkî
Komala ye û bi taybetî ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşanê dikê. Hot Bird 8 at 13.0°E | 12476 H Kurd1 | www.kurd1.com | Zindî | Hot Bird 8 at 13.0°E | 12245 H
Kurd 1 kanaleke televîzyona satelîtî ya bi zimanê kurdî, serbixwe
ye û ji Parîsê weşanê dike. Bernameyên çandî û perwerdeyî belav dike. Bi belavkirina bernameyên agahdarî, çandî û şahîyan, bersiva pêdivîyên kurdên Rojhilata Navîn û kurdên li Ewropayê bide. Piştgiriya
entegrekirina ji milyonekê bêtir kurdên ku li welatên Yekîtiya Ewropayê
dijîn bike û hêjajiyên demokratîk ên Ewropayê bi wan bide nasîn. Hot Bird 8 at 13.0°E | 12245 H Kurdish News Network KNN Channel | www.knn.net | Eutelsat W6 at 21.6°E | 11669 H, Hot Bird 8 at 13.0°E | 12476 H, Atlantic Bird 4 at 7.2°W | 10892 HKNN Channel televizyoneke kurdî ye ku ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dikê. KNN Channel televizyoneke nezîkî Noşîrwan Mistefa ye û wê giranî bidê nûçe û agahiyan. Navenda televizyonê li Silêmanîyê ye. Eutelsat W6 at 21.6°E | 11669 H, Hot Bird 8 at 13.0°E | 12476 H, Atlantic Bird 4 at 7.2°W | 10892 H
Kurdistan TV | www.kurdistantv.net | Zindî | Galaxy 19 at 97.0°W 12177 V, Atlantic Bird 4 at 7.2°W 10873 V, Hot Bird 6 at 13.0°E 11013 H, Eutelsat W2 at 16.0°E 11192 H Kurdistan TV (anku KTV yan Televizyona Kurdistanê) televizyoneka
asmanî ya kurdistanî ye, yekemîn televizyona asmanî ye ko ji axa azada
welat ji başûrê Kurdistanê weşanê dike û yekemîn weşana xwe di 17'ê
rêbendanê sala 1999ê de dest pê kiriye. KTV dikare bi rêya satelîtê li seranserî cîhanê bêt temaşekirin. KTVyê
bi pirranî bi zimanê kurdî ye. Ew herdu zaravayên serekî yên kurdî -
kurmancî û soranî ye herweha jî bi zimanên erebî, ingilîzî, farsî,
tirkî, siryanî û turkmenî jî bernameyên xwe pêşkêş kirine. Hinek
program bi van zimanan ko niha pêwîst nayêne dîtin, hatine rawestandin.
Kurdsat TV | www.kurdsat.tv | Zindî | Galaxy 19 at 97.0°W 11966 H, Express A4 at 14.0°W 11528 V, Hot Bird 8 at 13.0°E 12207 H Kurdsat televîzyoneke kurdî ya ezmanî ye. Di 1'ê rêbendanê
sala 2000an dest bi weşanê kir. Ji Başûrê Kurdistanê rojane 24 saetan
weşanê dike û navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye. Zimanê sereke ya
kenalê kurdî ye her wiha bi zimanên erebî, farsî, inglîzî û tirkî jî
bernameyan pêşkêş dike. Kurdsat kenalekî nêzîkê YNKê ye. Slogana Kurdsatê "Kurdsat dengî hemûane – Kurdsat rengî kurdane" ye.
Mesopotamia Music Channel mmc | www.mmc.tv | Zindî | Amos 2 at 4.0°W 11467 H, NILSAT 4 11355 27500 V
Mesopotamia Music Channel (mmc) yekemîn kanalê muzîkê bi kurdî ye. MMC
bi hemû zaravên kurdî û ji hemû herêmên Kurdistanê muzîka kurdî
diweşînê. Herwiha bi zimanên tirkî, erebî, farisî û îngilîzî jî
carcaran klîp tên weşandin.
Newroz TV | www.newroz.tv | Express A4 at 14.0°W 11514 V, Hotbird 29900 10723 H NEWROZ TV, televîzyoneka kurdî ye. NEWROZ TV di 21'ê adarê 2007'a
dest bi weşana xwe kir û di barnamên xwe de bi giranî cih didê mijarên
di derbarê Kurdistana rojhilat. Vê gavê NEWROZ TV li gor dema navenda
Ewropa di navbera katjimêr 16 û 20 bi giranî bi herdû zaravayên kurdî
kurmancî û soranî û zimanê farisî weşanê dike. Ev televîzyon nêzikî
PJAKê û PKK'ê tê dîtin û navenda vê televizyonê li Stokholma Swêdê ya.
Newroz TV |
Newroz TV ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Heremî
Kurdistanê hate damezrandin û ji başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê bi herdû
zaravayên kurdî soranî û kurmancî weşana xwe dikê. Birêvebirê giştî yê
kenala asmanî Newroz TV Azad Ergoşî ye.
Roj TV | www.roj.tv | Zindî | Eurobird 9A at 9.0°E 11843 V, Hellas Sat 2 at 39.0°E 11512 H, NILSAT 4 11355 27500 V Televîzyona kurdî Roj TV di sala 2004an de hat saz kirin. Bi
kurdî, tirkî, erebî û farsî weşanê dike. Bi riya satelitê Roj TV li
tevayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Ewrûpayê û li Bakûrê Efrîkayê
dikare were temaşe kirin. Bingeha ROJ TV li bajarê Kopenhag a
Danmarkayê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha
pêdivîyên netewa kurd, li Kurdistan û Mêzopotamyayê hatiye
damezirandin. Ev televîzyon li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar
û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana
Danîmark û pîvanên Ewropayê tên çêkirin. ROJ TV di 21ê Sibatê
de dest bi weşana testê û di 1ê Adara 2003an de bi resepsiyoneke
vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji gulana 2004an û şûnda
Roj TV di înternetê de zindî tê temaşe kirin. Prodîksiyona ROJ TV li bajarê Belçîka Denderleuw e. ROJ
TV rojane rêze bernameyan pêşkêş dike. Ji nûçeyan bigir ta bernameyên
dokumanter, fîlm , şahî, çandî û yên zarokan. Ev bername bi sê
zaravayên sereke yên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Dimilkî û bi zimanên
Suryanî, 'Erebî û Tirkî tên pêşkêşkirin. Mebesta sereke ya naveroka
hemû bernameyan baldayîna ser pêşketina civakî ye. Profîla Temaşevanên Kurd ên ROJ TV, 40 mîlyon e ku tenê Kurdin. Ev kanal bi rêya satelaytê digehêje Kurdên li 77 welatan. ROJ
TV, di heman demê de ji reklam û peyamên bazirganî re vekiriye. Her
wiha di warê tenduristî, tevgera mirovanî, dîrok, şêwaza jiyanê, zanist
û teknolojî, xoza, perwerde û wekî din de derfeta rêklam kirinê maqûl
dibîne. Wekî din di warê sponsor kirinê jî de derfet û mecal hene.
Rojhelat TV televîzyoneke kurdî ye û ji Swêdê bi giranî bi herdû
zaravayên kûrdî ên serekî kurmanciya jor û kurmanciya navendî (soranî)
û bi zimanê farisî weşanê dike. Rojhelat TV kû weke yekem televîzyona
Rojhilatê Kurdistanê dest bi weşanê kir, nêzîkî Komala ye û bi taybetî
ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşanê dikê.
Vîn TV | www.vintv.net | Atlantic Bird 4 at 7.2°W 10892 H, Express A4 at 14.0°W 11524 V Vîn TV kaneleke televîzyonê ye. Vîn TV ji Dihokê weşanê dikê.
Naveroka Bernameyên Vîn TV bêtir stiran û klîpên kurdî ne, lê car caran
bi zimanên din jî klîp tên weşandin. Weşana Vîn TV 24 seata. Vîn Tv wê
sistema nû ya XD HD bikar binê, ku cara yekema li Kurdistanê ev sistem
wê bê bikaranîn.
Zagros TV | www.zagros.tv | zindî Atlantic Bird 1 at 12.5°W 12662 V, Atlantic Bird 4 at 7.2°W 10796 V, Hot Bird 8 at 13.0°E 12476 H Zagros TV televizyoneke kurdî ye. Televizyona
Zagrosê ku weke kanaleke herêmî weşana xwe dikir, di roja 14'ê pûşperê
sala 2005an dest bi weşana xwe ya hewayî kir. Zagros TV, ji Başûrê
Kurdistanê weşana xwe dike. Zagros TV di weşanên xwe de bêhtirîn birhê
dide ser nûçeyên Kurdistanê û cîhanê. Herweha ew bi programên xwe yên
cure cure bûye kanalek Kurdistanî ya hemerengî. Di destpêkê de
Zagros TV weşana xwe ji Hewlêrê dikir, piştre wê stûdyoyên xwe li
Duhok, Silêmanî û Kerkûkê jî vekir. Û bi rêya wan stûdyoyan ew herroj
nûçeyên herêmî yên rojane diweşîne.
|