Hauptseite » Artikel » X |
Xêro Ebbas
Xêro Abbas di sala 1962'an de li başurê rojavayê Kurdistanê (Kurdistana
Sûrîye) bajarê Qamişloyê hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya sereta,navîn
û lîseyê temam kir Di sala 1986'an de ji ber zextên rejÎma Sûriye û ji
ber bê delfetiyan koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de eleqeya wî ser
muzîkê zêdetir bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi
xebatên xwe yên mûzîkê kir.1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê
"Xerîbo" weşand.Albûm a Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît.Li
Ewrûpayê di dehan konser da.2002'an de di Newroza mezin ya Diyarbekîrê
ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket ser dîkê.Piştî gelek
salan cara yekem bi vê wesîleyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera
xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û
hezkiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka
Kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî avahî şêweyeke ku him
girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê.Vê
jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike. ji malpera Xêro Ebbas Xêro Ebas | Barana ŞevêZORE.mp3 WELAT.mp3 TU.mp3 NARE.mp3 MARSHA EVINE.mp3 KEZI ZERE.mp3 DIL BIDE MIN.mp3 BURI.mp3 BUKE.mp3 BARANA SHEVEE.mp3 Xêro Ebbas | Tevlihev BERIVANE CHIMA YARE JI BER TE KECHA DELAL NIKRARIM BEJIM SHIKRAYE SIBE ZU SIYANE WESTIYA BU ZEMANO | |
Aufrufe: 652 | Rating: 4.0/1 |