Hauptseite » Artikel » D |
Dilgeş
Hozan
Dilgeş di sala 1952 de li gundê Fisqînê ku girêdayê navça
Nisêbîn-Mêrdînê, lawê malbatek Pîr ji civaka Êzîdî hate dinê.Jiber
ku dinav ola Êzîdatîyê de Tembur haceteke pîroz tê dîtin û ahînê
Êzîdîyan bi muzik tên gotin. Û karê muzîkê bi teybetî Pîranî dikê,
razan û gavik avêtina lorîkîtîya Hozan Dilgeş, liber dengê tembura bavê
wî Pîr Nawroz, derbasdibê.Hozan Dilgeş di emrekî biçukde dest bi lêdana
temburê dikê û di Tora Rengînde, di demek kinde dengê wî bela dibê. Hozan Dilgeş, di sala 1975´de bi awayekî
pirofesîyonal dest bi xebata hunerê dikê û Kaseta wî a yekemîn di sala
1978 de bi navê "ma qey bindestî bahra meye lo" tê tomar kirin.Kaseta 2
di sala 1979 ´de bi navê „dayê hêsîrê, ti pir jar û mestî, te por sipî
kir, hêjî bindestî“ tê tomar kirin. Pistî kaseta xwe ya 2 an. Hozan
Dilgeş, di 15.09.1979´de ji Kürdistanê berê xwe didê Ewrupa û tê
Elmanya. Çavkanî: Malpera ezidi.com Hunermend Dilgeş Xwina Sehidan.mp3 Muxtaro.mp3 Biçûkê canê.mp3 Gola wanê.mp3 Hêlîna xeman.mp3 Xanê.mp3 | |
Aufrufe: 602 | Rating: 3.5/2 |